PKK bi hinceta pîrozbahiya Newrozê dixwaze bi dehan zarokên Silêmaniyê birevîne

newroz-qendîl-slemani-child-pkk

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK, bi behaneya beşdarbûna cejna Newrozê plan dike ku bi dehan zarokên bajarê Silêmaniyê û derdora wê birevîne.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, PKK xelkê Silêmaniyê ji bo pîrozkirina Newrozê li Çiyayê Qendîlê vedixwîne û di vexwendnameyên xwe de jî bi rêya rûpel û hesabên alîgirên xwe û bi rêya rêxistin û endamên xwe, balê dikişîne ser zarok û biçûkan beşdarî pîrozbahiyên ku wê partiyê li Qendîlê organîze bike, bi armanca revandin û tevlî kirina wan di refên xwe de.

Her wiha zanyariyên ku bi dest ketine tekez dikin, ku PKKê otobus û otombîl amade kirine silogan û alayên rêxistinê li se danane, da ku xelkê Silêmaniyê û derdora wê bi mebesta beşdarbûna cejna Newrozê, bi taybet keç û kurên biçûk derbasî Qendîlê bikin.

Di vê derbarê de, çalakvana mafên zarokan Munira Luqman got: “bikaranîna zarokan ji bo mebestên siyasî xelet e, ev yêk pir caran ji aliyê partî û rêxistinên terorîst ve tê encamdayîn, mînak DAIŞê jî zarok di kiryarên tundûtûjiyê de bikar anîn e”.

Çalakvana mafên zarokan bal kişand ser wê yekê ku “Raport hene ku PKK zarokan ji bo armancên siyasî û leşkerî îstismar dike û ev yek di warê mafên zarokan de wek tawaneke mezin tê dîtin, ji ber ku mafê zarokane di jîngeheke saxlem de bi aşitî bijîn, ne ku di nav de bên leşkerkirin”.

Her wiha Got: divê hêzên asayîşa Silêmaniyê rê li xapandina zarokan ji aliyê PKKê ve bigre.

Ji aliyê xwe ve endamê Civata Giştî ya Tevgera Goranê Kerîm Mecî Qasim ji (BasNews) re ragihand: PKK rêxistinên xwe li bajarê Silêmaniyê berfirehtir kiriye û got: “tevî ku ez Nizanim çima PKK xelkê Silêmaniyê ji bo pîrozkirina Newrozê li çiyayê Qendîlê vedixwîne, lê nabe rê li ber vê yekê bê dayîn û mafê PKKê jî nîne li Silêmaniyê wek ku dixwaze tevbigere”.

Wezareta Derve ya Amerîka, di raporta xwe ya dawî de li ser leşkerkirina zarokan li cîhanê, li tîrmeha borî ragihandibû ku PKKê bi sedan zarok li Şingalê (Şingal) wek şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê çekdar kirin û paşê ew şandin çiyayên Qendîlê ku şerê artêşa Tirk bikin.

Di beşeke din ya raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî li ser çekdarkirina keç û xortan berdewame. Di raporê de hat zêdekirin ku hin ji wan leşkeran li wir di bin diwanzdeh salî de bûn.

Protokola Peymana Mafên Zarokan ji hêzên hikûmetê û komên çekdar ên navdewletî re qedexe dike ku zarokan bikar bînin û leşker bikin, û ev yek li gorî pênaseya (Yasaya Romayê) ku Dadgeha Tawanan a Navdewletî ava dike, wek tawaneke şer tê hesibandin.

Komisyona Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê pêştir ji (Basnews) re ragihandibû ku gelek gilî ji malbatên ku zarokên wan ji aliyê PKKê ve hatine revandin, gihîştine wan û amaje bi wê yekê jî kiribû, ku heta niha jî çarenivîsa wan kesan ne diyar e.

Pustên heman beş