Li bajarê Diyarbekirê bi sedema ku di nav rêxistina jinan de, bi PKK/KCK ê re dixebitin, 25 gumanbar hatibûn binçavkirin û ji wan 11 kes bi biryara dadgehê şandin zîndanê. Operasyon bi fermana serdozgeriya Diyarbekirê hat kirin.
Opreasyon di 16 ê adarê de hatibû kirin û sitendina îfadên wan bi dawî hat. Ji 25 kesan 2 kes ji aliyê sedozgeriyê de hatin berdan û yên mayî derxistin ber hakimê dadgeha silhê ya nobedar.
Ji wan 12 gumanbar bi biryara kontrola edlî serbest hatin berdan û 11 kes bi biryara dadgeha nobedar şandin zîndanê.