PKKe wê kiryarên terorîstî li “Behdînan” encam bide

kani-mase-pkk-behdinan-peshmarga-kurdistan-په‌كه‌كه‌-كانی ماسێ-پێشمه‌رگه‌-كوردستان

Rêxistina PKKê bi niyaze li rojên pêş me çendîn kiryarên terorîstî li Başûrê Kurdistanê bi teybet li Kanî Masê encam bide, her wiha boriya petrola Kurdistanê biteqîne.

Ji bo encam dayîna hin karên terorîstî li Başûrê Kurdistanê, rêxistina PKKê ketîye nava hewlên mezin de, teror kirina hinek efserên payebilind ên hêza Pêşmerge, teqandina boriya ku petrola Kurdistanê dişîne Tirkiyê, ji wan karên terorîstî ye ku PKKe pilan dike li rojên pêş me encam bide.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirine, hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê ku agahî li ser vê niyeta PKKê bi dest xistine, ji mêj ve ye, tedbîrên pêwîst girtine ber ji bo ku pêşî li vê pîlana terorîstî a PKKê bigirin.

Ajansa fermî a rêxistina PKKê ANF ê îro roja yekşemî 27\3\2022ê agahî parvekirine û bas li teqandina boriya petrola Kurdistanê, terorkirina 3 efserên payebilind yên hêza Pêşmerge û her wiha teqandina otobîseka sivîl kirîye.

Li gorî ajansa ANF ê, li naverasta meha nîsanê ya îsal 2022ê, ev kiryarên terorîstî wê werin encam dayîn.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirine, PKKe li rojên pêş me û di çarçûveya pîlaneke xeter de ku ji boy devera “Behdînan” amade kirîye, dixwaze hinek navçe û gundên din yên vê herêmê bike qada şer û artêşa Tirk pêtir kêşî deverê bike, ji boy pêşî girtina li vê pîlanê jî, Pêşmerge û hêzên ewlehiyê tedbîran distîne.

Pustên heman beş