Hêzên Rûsyayê ji Kievê hatin dûrxistin

Hêzên Rûsyayê ji Kievê hatin dûrxistin

Berdevkê Wezareta Berevaniya Ukraynayê Aleksander Motzuyanîk ragihand, hêzên Ukrayna, yekîneyên Rûsyayê ên dixwazin têkevin Kîevê, bi qasî 70 kîlometreyî ji paytextê bi paş de dan vekişandin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Ukraynayê Aleksander Motzuyanîk di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Kîev baş tê parastin û yekîneyên bijarte yên Hêzên Çekdarên Ukraynayê diparêzin.

Motzuyanîk diyar kir ku hêzên Ukraynayî, yekîneyên Rûsyayê bi qasî 70 kîlometreyî ji paytext Kîevê bi paş da dan vekişandin û her wiha got “dagirker li hin herêman jî bi qasî 35 kîlometreyî vekişiyan”.

Hêzên Çekdarên Ukraynayê her wisa ragihand, wan îro li herêma Sûmiyê bajarê Trostyanesê û li herêma Zaporojiyayê jî gundê Poltovkayê ji destê yekîneyên Rûs derxistin.

Ji aliyekî din va hat diyarkirin, li nêzîkî paytext Kîevê li bajarê Îrpînê jî pevçûnên germ didomin.

Şaredarê Îrpînê Aleksander Markuşîn wiha got, “Yekîneyên dijmin xwestin ji sê aliyan êrîşî Îrpînê bikin, lêbelê leşkerên me êrîş şikandin”.

Pustên heman beş