Sûriyê baregehên artêşa Tirkiyê li Helebê mûşekbaran kirin

Artêşa rejîma Sûriyê baregehên artêşa Tirkiyê li sînorê parêzgeha Helebê mûşek baran kirin û zirarên canî bi artêşa Tirk xistin.

Li gorî Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan, îro roja duşemî 28\3\2022ê hejmareke mûşekan bi du baregehên leşkerî yên Tirkiyê li deverên “Meklabis û Şêx Silêman” li gundewarê Helebê yê rojavayê Sûriyê ketine ku ji hêla artêşa Sûriyê ve hatbû araste kirin.

Dest nîşan kir, di encama topbarana hêzên rejîmê de li ser baregehên leşkerî li rojavayê Helebê, 2 endamên hêzên Tirkiyê birîndar bûn.

Duh jî, çalakvanên Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan ragihandbûn ku hêzên Tirkiyê 3 endamên hêzên xwe, di nav wan de efserek, veguhestin nexweşxaneyên Tirkiyê, piştî ku zirîpoşa wan bi mûşekeke rênîşander ya rejîma Sûriyê li derdora bajarokê Kefer Noran li gundewarê rojavayê Helebê hatîye armanc girtin.

Pustên heman beş