Serok Barzanî: Sivikkirina bi pîrozî û hîmayên bilind bi ti awayekî nayê qebûlkirin

سه‌رۆك-بارزانی-serok-barzani

Serok Mesûd Barzanî peyamek derbarê sivikatîkirina bi merceiyeta bilind a Iraqê û şewitandina baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê de belav kir û ragihand, “Sivikkirina bi pîrozî û hîmayên bilind bi ti awayekî nayê qebûlkirin û binpêkirina hêlên sor e û gelek bi tundî wê sivikatiyê şermezar dikin”.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Sivikkirina bi pîrozî û hîmayên bilind, bi ti awayekî nayê qebûlkirin û binpêkirina hêlên sor e. Em gelek bi tundî wê sivikatiyê şermezar dikin ku şeva bor ji aliyê kesekî ve bi merceiyetê hatiye kirin”.

Serok Barzanî dibêje: “Ev cure riftara nehêja, ti pêwendiya wê bi gelê Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê re nîne. Kurdistan xwedî kultura bilind a pêkvejiyanê ye û sivikkirina bi remz û pîroziyên xelkê ti carî cihê xwe di nava kultura gelê Kurdistanê de negirtiye û cihê xwe jî nabîne”.

Serok Barzanî diyar dike: “Gelê Kurdistanê rêz û pêzanîna wî ya mezin ji merceiyetê re heye û pêwendiyên dîrokî û dostanî û hevsoziya di navbera Barzaniyê Nemir û Ayetulla Hekîm û şehîd Sedir de, baştirîn nîşan li ser wê ne”.

Herwiha diyar kir jî: “Ew kesê ku sivikî kiriye ji aliyê yasayê ve hatiye desteserkirin û sizaya tawan û zêdegaviya xwe dide”.

Herwiha Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Em bi tundî şewitandina baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê şermezar dikin ku ev cara duyemîn e ji aliyê komeke têkder û şikestxwar ve tê kirin, ev belge ye li ser hebûna girjî û nebûna aramî û ewlehiyê û di rastiyê de, ev kom jî ji bilî xirapkarî û têkdanê, ti tişt ji destê wan nehatiye”.

Pustên heman beş