Malpera fermî ya PDKê bersiva PKKê da

pdk-pkk-flag

Îro malpera fermî ya PDKê ragehand ku çend roje çapemeniya ser bi PKKê raportekî bê bingeh derbarê PDKê de belav kiriye û armanca wê raportê jî ava kirina tirs, neseqamgirî û ji rê derxistin û berevajî kirina raya giştî ye.

Herwaha hat ragehandin, çapemeniya ser bi PKKê bi falik vekirin û xwandin û pêşbîniyên bê bingeh ku mirov ecêb dimîne, behsa wê yekê dike ku di 15ê Nîsan a 2022yê de di çarçoveya planekî de dê êrîş li ser PKKê bê kirin.

Malpera fermî ya PDKê ragehand, ew gotegot û raport nerastin û bi aqilekî nefret û nerast gotinan ve hatiye nivîsandin û em ji wan re dibêjin: ‘’15 Nîsanê zêde nemaye û emê li bendê bin. Wê demê derew û nerast axaftina we û tevlihevî derxistina we ya ji bo xelkê Kurdistanê dê aşkera bibe û dê rûye rast ê kî ye dê ji bo gel diyar be.’’

Hat teqez kirin ku siyaseta PDKê li hember hemû pirsan gelek aşkera ye û plangerî û tevlihevî li we û yên wek we çêdibin ne ji xelkê din.

Pustên heman beş