3 Çekdarên PKKê ketin ber êrîşa balafiran

pkk-kurdistan-turkey-iraq-gerila

Rêxistina PKKê 3 çekdarên din wenda kirin, wexta ku ew ketine ber êrîşa balafirên bê pîlot yên Tirkiyê.

Li gorî agahiyên ku wezareta bergiriyê ya Tirkiyê parvekirîn, duh roja duşemî 28/3/2022ê, balafirên bê pîlot liv û tevgerên çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê kirine armanc.

Dest nîşan kir, 3 çekdarên PKKê ketine ber êrîşan û jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina PKKê tu agahî li derbara ji desitdana wan 3 çekdarên xwe nedane, lê belê duh medyaya PKKê dîmenên êxistina balafireka keşfê ya Tirkiyê parvekirbû.

Pustên heman beş