Kadîrov: Divê Ukrayna ji holê were rakirina

kadyrov ukraine

Serokê komara Çîçanê Remzan Kadîrov, pêbawerîya xwe bi pêwîstiya ketina artêşa Rûsyayê di Kiyêvê û kontirol kirina wê de anî ziman.

Kadîrov ji ajansa ra Novostî re got: “Ez dibêjim divê ev wezîfe bi temamî biqede, divê em bikevin Kiyêvê û wî bindest bikin, ez piştirastim ku hêzên me dê karin vê bikin”.

Kadîrov her wiha destinîşan kir ku leşkerên Çîçanê amadene biçin her deverê ji bo cîbcîkirina her fermaneke leşkerî ku ji wan re bê dayîn û got: “Çiqas dijwar be jî”.

Pêştir Kadîrov gumanên xwe derbarê pêkanîna danustandinên îro li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji aliyê şandên Rûsî û Ukraynayê ve anîbû ziman.

Wî li ser “Telegram ê” gotbû: “Ez difkirim ku ev danustandin bê sodin… Ez difkirim ku divê ev kar biqede, ango ji holêrakirina Ukraynanyê”.

Pustên heman beş