Artêşa Tirkiyê li Mêrdînê dest bi operasyonê kir

eren-operasyon-mardin

Artêşa Tirkiyê li Çiyayê Bagok ê di nav sînorên navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonekê kir.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne, duh 29ê Adara 2022ê di demjimêrên êvarî de,  Artêşa Tirkiyê li Çiyayê Bagok ê di nav sînorên navçeya Nisêbînê de, bi beşdariya bi sedan leşkeran operasyonek da destpêkirin.

Li gor agahiyan leşkerên Artêşa Tirkiyê di çarçoveya operasyonê de li navçeyê dest bi çêkirina çeperan kirin û ketin gundê Marînê yê li navçeyê jî û piştî demekê ji gund derketin.  

Hat ragihandin ku heta niha li navçeyê ti rûbirûbûnek li navçeya operasyonê pêknehatiye û leşkeran li wir dest bi kar û xebatên lêgerînê kirine.

Pustên heman beş