Vê carê çeteyên Ciwanên Şoreşger li Helebê 3 zarokên Kurd revandin

Ciwanên Şoreşger-Helebê

Hate hînbûn ku endamên rêxistina Ciwanên PKKê yên Rojava, Cîwanên Şoreşger li Helebê 3 keçên Kurd revandin.

Li Rojava, çalakvanekî Kurd piştrast kir ku rêxistina “Ciwanên Şoreşger” yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) sê zarokên Kurd li bajarê Helebê revandin.

Çalakvanê siyasî Mistefa Şêxo ji BasNewsê re axivî û got: “Rêxistina Ciwanan a ser bi PKKê ve keça 16 salî Russell Mihemed Şêxo li ber dibistana wê ya li taxa Şêxmeqsûd a rojhilatê Helebê revandin.

Şêxo da zanîn ku Russell ku di pola 9 emîn de bû birin kampeke leşkerî ya Minbicê û got, keçê xwestiye vegere cem malbata xwe, lê Ciwanên Şoreşger destûr nedane.

Şêxo ev agahî parve kir, “Grûpa navborî li taxa Şêxmeqsûd li ber heman dibistanê 2 keçên din ên biçûk revandin, lê heta niha me navê wan negirt”.

Çalakvanê Kurd Mistefa Şêxo diyar kir ku tevî hemû bertekan jî, PYD û PKK li Rojava zarokên di bin 18 saliyê de direvînin.

Pustên heman beş