Li Hollandayê rojnamevan û karsazekî Kurd hatin kuştin

rojnamevan-holand-kurd-dersim

Rojnamevanê Kurd Huseyin Torunlar û birayê wî yê karsaz Ali Torunlar ên ji parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, li Hollandayê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin.

Li bajarê Zwolle yê Hollandayê rojnamevanê Kurd Huseyin Torunlar û birayê wî yê karsaz Ali Torunlar dema li restorantê xwarin dixwarin rûbirûyê êrîşeke çekdarî hatin. Di encama êrîşê de her du birayan li cihê bûyerê canê xwe jidest dan.

Polîsê Hollandayê ragihand, li bajarê Zwolle yê li bakurê welat li McDonald’s’ê di êrîşeke çekdarî de du kes hatin kuştin.

Di medyaya xwecihî de li ser gotinên şahidên bûyerê hat nivîsandin, ku êrîşkar çawa dikeve restorantê rasterast teqe li Huseyin û Ali Torunlar kiriye û ew kuştine.

Hat zanîn, Huseyin û Ali Torunlar salên dirêj e li Hollandayê dijîn û karê rojnamevanî û bazirganiyê dikin.

Polîs ji bo desteserkirina kujerên xebat da destpêkirin.

Pustên heman beş