p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
Ayhan Bilgen partiya xwe ragihand

Parlementerê bere, berdevkê demekî yê HDPê û herweha şeredarê bere yê Qersê Ayhan Bilgen partiya bi navê Partiya Dengê Tirkiye avakir û îro serî li wezereta navxwe da. Serokê partiye Ayhan Bilgen e û 31 damezerê vê partiye hene.
Ji berî daxwaznameya xwe bidin wezereta navxwe, li ber avahiya wezaretê, parlementerê bere yê HDPê û wezirê demekî Muslum Dogan daxûyaniyek da. Dogan sala 2018ê ji HDPê veqetiyabû.
Dogan di daxûyaniya xwe de got: Ji bo avakirina siyasetek nû ew li vê dere ne.Hun rewşa welatê me dizanin, Li welat maf, huquq û edalet hatiye cemidandin. Li welatê me muxalefeta heyî nikarê siyasete biafrîne. Ev yek jî bû sedemk ku pêwistiya partiyek din heye. Piştî xebata 6 mehan , me biryar daye ku em Partiya Dengê Tirkiye damezirînin.
Lîsteya demezerên Partiya Dengê Tirkiye:





