PKKê nasnameya sê zaroyên din yên bi kuştin dayî eşkere kir

PKKê nasnameya sê zaroyên din yên bi kuştin dayî eşkere kir

Îro jî rêxistina PKKê nasnameya sê zarokên Kurd eşkere kir ku bi destê leşkerên tirk dane kuştin.

Tevî ku roj naçe PKKe tê de bas li serketina xwe di enyên şer de neke, lê rojane nasnameyên hin zarokên Kurd eşkere dike ku bi destê leşkerên Tirkiyê dane kuştin, weke di wêneyên van gerîlayan de tê xweya kirin temenê ti yek ji wan ji 18 saliyê derbas nebûye û li gorey rêxistina PKKê be ew di temenê di nêvbera 13-14 saliyê de tevlî refên PKKê bûne.

Rêxistna PKKê îro roja pêncişemî 31\3\2022ê nasnameya 3 ciwanan bi navên Dîlan Baycan, Hêvîdar Bîlgîç û Şahîn Taşkin aşkera kir ku li 23yê meha Çile ya îsal di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane.

Tevî ku rêxistina PKKê banga “Biratiya Gelan” dike, lê belê, ji boy vê yekê bi tenê zarok û Ciwanên kurd bi kuştin dide û heya niha nasnameya ti gerîlayekê eşkere nekiriye ku Tirk be û hatbe kuştin. PKKe ji tev perçeyên Kurdistanê zaroyên kurdan direvîne û wan qurbanî berjewendiyên xwe dike.

PKKe li dema eşkere kirina nasnameya gerîlayên bi destê leşkerên dewleta Tirkiyê dayî kuştin de bas li her tiştî dike, lê belê, bi ti awa bas li temenê wan û roja ji dayik bûna wan nake, ev jî ji bo vê yekê ye heya ku ji aliyê saziyên navnetewî yên girêdayî mafên zarokan ve neyê rexnekirin, lê belê bi dehan caran ji aliyê van saziyan ve PKKe bi revandina zarokan û çekdarkirina wan a bi zorê hatiye tawanbar kirin.

Pustên heman beş