Hejmarek kesan peykerê rêberê berê yê rejîma Îslamiya Îranê “Humeynî” li meydana Cema`et a bajarê Qumê şewitandin.
Li gor zanyariyan, peykerê Humeynî li meydana Cema`et a bajarê Qumê di roja salvegera bi nav referandûma rejîma Îslamî ya Îranê de, ji aliyê çend kesan ve hatiye şewitandin.
Herwiha berê li bajarê Îsfehanê, peykerê Humeynî û tabloyên ku navê Humeynî li ser bûn ji aliyê xelkê ve hatine şewitandin.