Hengaw: Di meha Adarê de 33 kolberên Kurd hatine kuştin

Kurdish-Kolbars

Navenda mafên mirovan ya Hengawê diyar kir, di meha Adara sala 2022yê de, 33 kolberên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine kuştin.

Hengawê daye zanîn, di meha Adarê de li ser sînorên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, bi giştî 33 Kolberên Kurd bûne qurbanî.

Herwiha navenda mafên mirova ya Hengawê eşkere kiriye, sedî 43 ji wan bûyeran ji ber êrîşên raste rast yên çekdarên Îranê li ser sînorên navbera her du beşên Kurdistanê bûne qurbanî.

Pustên heman beş