Karwanekî serbazî yê Tirkiyê derbasî Idlibê bû

turkey-army-idlib

Karwanekî serbazî yê Tirkiyê ku ji 40 zirxpoş û 8 barhilgirên alîkariya lojîstîkî pêk dihatin, derbasî parêzgeha Idlibê bû û li rojhilatê wê parêzgehê hatin bicihkirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, êvara roja 2ê Nîsanê karwanekî serbazî yê Tirkiyê ku ji 40 zirxpoş û 8 barhilgirên alîkariya lojîstîkî pêk dihatin derbasî parêzgeha Idlibê bû û piştre li Kampa Mestûme û Firokexaneya Teftenaz a li rojhilatê wê parêzgehê hatin bicîhkirin.

Di 16ê Adara borî de jî, karwanekî serbazî yê Tirkiye ku ji 50 tank, zirxpoş, mûşekxane û topxaneyan pêk hatibû li navçeya Çiyayê Zawiye hatibûn bicîhkirin.

Bajarê Idlibê di bin kontrola grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye ku Tirkiye piştevaniya wan dike. Heyet Tehrîr Şam, bi navê xwe yê berê El Nusre, grûpa sereke ye li Idlib ku ew grûp ji alieyê gelek welatan ve wek “rêxistineke terorîst” hatiye nasandin.

Pustên heman beş