Milîsên PYDê endamekî PDK-Sê revand

Milîsên PYDê endamekî PDK-Sê revand

Duh 3yê Nîsana 2022yan, milîsên PYDê endamekî PDK-Sê revand, piştî lêdanê serbest berda.

Li gorî agahiyên ARK TV, ciwanê kurd «Ebdulrehman Hacî Umer» ji aliyê milîsên PYDê ve hate revandin. Heman jêderê tekez kir ku piştî lêdanê li gundê «Qortepan» yê derdora «Dêrikê» hate berdan.

Jêderê anî ziman ku Umer bi şêweyekî tund hate lêdan û eşkencedan.

Ebdulrehman Hacî Umer ji şêniyên gundê Girkê Hêwil e, ku ew gund ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ye, û endamê Encûmena Şaxî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê ye.

Pustên heman beş