Medyaya PKKê gotinên parlamenterê YNKê berevajî kir

Medyaya PKKê gotinên parlamenterê YNKê berevajî kir

“Roj News” ku organa medyayî ya PKKê ye û li Silêmaniyê weşanê dike, duh li ser hesaba xweya medyaya civakî ya Tirkî nûçeyek belav kir û tê da axaftinên parlamenterê “YNKê” “Osman sêderî” berevajî kir.

Parlamenterê “YNKê” “Osman Sêderî” li ser hesaba medyaya civakî ya “RojNews-Türkçe” got, “Em bang li raya giştî dikin ku li dijî vê plana dagirkeriyê bisekinin û PDKê rawestînin.” di Vîdyoya “RojNews” da ku bi vê sernavê li ser hesaba xweya medyaya civakî belav krî da, dihêt dîtin ku “Osman Sêderî” hevokeka weha bi kar neaniye, berevajî vê yekê gotiye, “hemû serokên kurdan û kurd nefretan li şerê navxweyî dikin.”

Osman Sêderî di axaftina xwe da navê ti partîyekê nabêje û banga yekrêziya kurdan dike. Herweha “Sêderî” di axaftina xwe da dibêje “şer di navbera kurdan da nîne”, bi taybetî di niha de.

Tişta balkêş ewe ku “Osman Sêderî” tehrîkkirinên berdewam yên medyayî û nûçeyên sexte yên “Roj Newsê” rexne dike. “Sêderî” di axaftina xwe da got, “di navbera kurdan da ti şerekê çekdarî û dijminatî tune ye. Tenê di medyayê de şer heye. Divê eve jî were rawestandin.”

Ji ber ku “Roj News” dizane gelê başûr wê bi Soranî û Kurmancî nûçeyan bişopînin di van du beşan de nûçe bi derew ve belav nekir. Wekî din, ji ber ku mirov tenê ser navê nûçeyan dixwînin, li ser medyaya civakî sernavek ku derew tê da bû hate weşandin.

Medya û tora medyaya civakî ya ku “PKKe” wek amûrekê şerê taybet li dijî kurdan bi kar tîne, bi armanca belavkirina dijminatiyê di nav kurdan da û handana wan li dijî hevdu, nûçeyên saxte û derew belav dike. Gelek ji van raporan rastiyê nîşan nadin.

Bi taybetî “Roj News” bi gelek derew û nûçeyên saxte li ser Başûrê Kurdistanê şerekê taybet li dijî Başûrê Kurdistanê û parçeyên din encam dide.

Pustên heman beş