Nûçeyên nakokên êrîşa balafirên bê mirov li Rojava

Nûçeyên nakokên êrîşa balafirên bê mirov li Rojava

Ji 1’ê Nîsanê û vir ve nûçeyên li ser êrîşên balafirên bê mirov yên Tirka li Rojava Kurdistanê tên weşandin. Lê di nûçeyê de aliyên nakok hatin destnîşankirin.

Nakokî di nûçeyên derbarê fermandarê Suriyanî de

Li gorî nûçeya ku duh ketiye destê medyayê de, fermandarê Sûriyanî jiyana xwe ji dest daye.

Balafirên bêmrovên Tirkiyê wesayîta yek ji fermandarên hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hedef girtin; di êrîşê de 2 kes birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya navenda ragihandina HSDê, balafirên bêfirokevanên Tirkiyê duh li Til Temirê wesayîta Orom Marokî, yek ji fermandarên Suriyanî yên HSDê armanc kirine.

Li gorî daxuyaniya navenda çapemeniyê, di encama êrîşê de fermandarê HSDê Orom Marokî û wergêrê pê re birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya navenda ragihandinê ya HSDê, “Orom Marokî ligel hêzên Rûsî bû û dema ew li cem wan zivirî û ber bi navenda elektirîkêya Til Temirê ve diçû êrîş pêk hat”.

Hêjayî gotinêye ku HSDê di daxuyaniya xwe de bi taybetî tekezî li ser Rûsyayê kiriye. Mijareke din a balkêş jî ew bû ku medyaya PKKê bi taybet ajansa Hawar News ku li Rojava weşanê dike, derbarê bûyerê de ti nûçe parve nekirin. Çapemeniya PKK’ê derbarê fermandarê Asûrîyê ku hatbû gulebaran kirin de agahî nedan. Çalakî tenê li ser malpera Sûriyeya Demokratîk hate ragihandin. Di daxuyaniyê de saet û wêne nehatine bikaranîn. Bûyer nezelal ma. Her wiha behsa ti cenaze û hwd nehat kirin.

Doza birîna Ferhad Merde

Berî niha hêzên ewlekariya hundirîna Rojava (Asayîş) ragihandibû ku li gundê Hasudeyê bajarokê Tirbespyê yê Hesekê wesayîtek hatiye hedefgirtin.

Berpirsê ragihandinê yê hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ferhat Şamî li ser hesabê xweyê Twitterê daxuyanyek da û got, “di encama êrîşa Sîha’yê ya îro piştî nîvro ku li dijî wesayîteke hêzên erka xweparastinê hatbû pêkanîn, hevrêyê me Dirar Cuma, Hemze şehîd ket, du hevalên me jî di nav de helbestvanê navdar Ferhad Merde jî birîndar bûn”.

Lê nasnameya Dirar Cuma nehat diyarkirin. Her wiha xisareke mezin li wesayîta lêxsitîya ku di wêneyan de xuya bû jî hat dîtin. Digel vê yekê di dîmenên vîdyoyî yên Ferhad Merde de ku ji aliyê medyaya PKKê hatin weşandin de wusa xweya nebû ku ew ji wesayteke weha rizgar bûye. Medyaya Rojava ragihand ku Ferhad Merde di vê wesayîtê de birîndar nebûye, lê ev çalakî ji bo îstismarkirina hevxemiya gel ji bo Ferhad Merde hatiye lidarxistin.

Fermandarekî payebilind gulebaran kir?

Herwiha çavkaniyên herêmî ji rojava diyar dikin ku dibe ku di bûyerê de fermandarekî payebilind jiyana xwe ji dest dabe, ji ber ku awayê ragihandina nûçeyê di du rojên dawî de bûye sedema gumanan. Çavkanî wisa difikirin ku bi îhtimaleke mezin fermandarekî Bakurê Kurdistanê miriye û YPGe ji bo ku bûyerê veşêre her du bûyer jî bi temamî eşkere nekiriye.

Tê zanîn ku berî niha hêzên PYD û YPGê yên ser bi PKKê ve ev yek veşartibûn ku gelek çekdarên Bakur û Rojhilatî jiyana xwe ji dest dane.

Pustên heman beş