Firaksyona PDKê: Bila hilbijartin di dema xwe de were kirin

Firaksyona PDKê: Bila hilbijartin di dema xwe de were kirin

Serokê firaksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê ragehand, YNK û partiyên din naxwazin hilbijartin di dema xwe de bê kirin.

Serokê firaksyona PDKê Zana Mela Xalid îro di civîneka rojnamevaniyê de ragehand, wan çend caran gotine û dîsa diêbjin ku PDK dixwaze hilbijartin di dema xwe de were kirin û komîsyona hilbijartinan jî li ser bingeha hilbijartinên 2018 were aktîfkirin.

Zana Mela Xalid her wiha got, em wek serokên firaksyonan pênc caran li ser hilbijartinên giştî civiyan lê YNK, Yekgirtû û Komel û Gorran behaneyan tînin û naxwazin hilbijartin di dema xwe de bê kirin.

Serokê firaksyona PDKê behsa rawestandina civînên parlementoya Kurdistanê jî kir û got, ev demek e seroka parlementoyê Rêwaz Fayîq nahêle civîn bên kirin. Ev binpêkirina qanûnê ye.

Zana Mela Xalid bang li seroka parlementoyê kir dest bi civînan bike û got, em hişyariyê didin seroka parlementoyê û jê re dibêjin, eger endamên parlementoyê necivîne emê bi serê xwe û bi faktora piranîtiyê parlementeran bicivînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 1 Cotmeha îsal bo hilbijartinên Kurdistanê destnîşan kir.

Parlementoya Kurdistanê ji 111 endaman pêk hatiye. Bi civîna parlementoyê pêwîstî bi herî kêm 56 endaman e. PDK xwedana 45 kursiyan e, 11 kursî jî yên pêkhateyan in û ew jî piştevaniya PDKê dikin.

Pustên heman beş