Bi sûça PKKê Tirkiyê 11 kes li 5 bajaran girtin

pkk-girtin

Li çar parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, 11 kes sûça endametî, komkirina alîkarîya abûrî û piropagandaya PKKê hatine desteserkirin.

Îro sêşemê 5/4/2022ê, li parêzgehên Semsûr û Erzeromê yên Bakurê Kurdistanê û Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê, bi sûçên cuda yên wek endametî, komkirina alîkarîya abûrî û piropagandaya PKKê, hêzên Ewlehiyê 11 kes desteserkirin.

Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê 6 kes ku serokê rêxistina Partiya Demokratîka Gelan jî di nav da bû hatin desteser kirin, ew şeş kes bi tohmeta endametî, komkirina alîkarîya aborî û piropagandeya PKKê hatine desteserkirin.

Li Semsûrê, Îzmîr û Mêrsînê jî 4 kes bi tohmeta endamtîya PKKê hatin desteserkirin, herwiha li bajarê Stenbolê jî mamosteyek bi sûça ku mirovan bo PKKê dabîn dike, hat desteserkirin.

Pustên heman beş