Di operasyonekê de li bajarê Samsunê yê Tirkiyê, şeş Iraqî bi tohmeta ku endamê rêxistina DAIŞê ne hatin desteserkirin.
Îro Çarşembê 6ê Nîsana 2022ê tîmên Şubeya Dijî-Terorê, Îstîxbarat û Hêzên Taybet ser bi Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Samsunê bo desteserkirina heft kesên Iraqî operasyonek kirin. Tîman li bajarokên Îlkadim, Atakum û Tekkekoy ên Samsunê bi ser çend cihan de girtin.
Li gor daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Samsunê, tîman di çarçoveya operasyonê de şeş kes desteser kirine û nasnameya wan Iraqî ye û di demên borî de “li Iraq û Sûriyê kar bo DAIŞê kirine”.
Tê îdîakirin ku tîman dest danîne ser çendîn belgename û kelûpelên dijîtal. Hatiye ragihandin ku bo desteserkirina Iraqiyê din operasyon berdewam e.