Yekîtiya Ewropayê 5mîn paketa sizayên li ser Rûsyayê ragihand

Yekîtiya Ewropayê

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand, ew dê wek ceza salane bi qasî 4 milyar euroyan hawirdekirina rejûyê ji Rûsyayê qedexe bikin.

Ursula von der Leyen 5mîn paketa sizayên Yekîtiya Ewropayê li ser Rûsyayê eşkere kir.

Hate diyarkirin ku dê Yekîtiya Ewropayê salane bi qasî 4 milyar euroyan qedexeya hawirdekirina rejûyê li ser Rûsyayê bisepîne û li aliyê din dê qedexeya karabûnê li çar bankên Rûsî ku duyemîn banka mezin a Rûsyayê VTB jî di nav de ye, bide destpêkirin.

Ursula von der Leyen got, “Ev 4 bankên ku me bi temamî ji bazarê dûr xistin xwediyê %23ê pişkên di kerta bankdariya Rûsyayê de ne, ev dê sîstema darayî ya Rûsyayê bêtir qels bike.”

Wê berpirsa Yekîtiya Ewropayê tekez kir, dê biryara sizayên hatin û çûyîna keştiyên Rûsyayê bo benderên Yekîtiya Ewropayê jî di 5mîn paketa sizayên li ser Rûsyayê de bêne bicîkirin.

Pustên heman beş