NATO li Brukselê derbarê şerê li Ukrayna de dicive

nato-meeting-2022

Wezîrên Derve yên welatên endamên NATOyê îro li Brukselê dicivin. Wezîrê Derve yê Amerka gihîştiye Brukselê ku beşdawî wê civînê bibe û têkez dike ku ew dê li ser komkujiya li derdora Kiyevê bisekinin.

Ew civîna Wezîrên Derve yên NATOyê di demekê de ye ku welatên wan Rûsya bi encamdana tawana şer tometbar dikin û hebûna zêdetirî 400 termên sivîlan li bajarokê Bucha jî zêdetir derfetê dide NATOyê ku komdengiyeke cîhanî li dijî Rûsya ava bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonio diyar kir ku gelek mijar hene ku bên gotûbêjkirin, di nav de jî komkujiya li derdora Kîevê hat kirin û got: “Tiştê ku me li Buchayê dît, ne karê yekîneyeke xirabker e; ew kampanyayek e bi qest e ku armanca wê kuştin, îşkencekirin, destdirêjî û pêkanîna tawanê bû. Rapor bi tevahî pêbawer in û belge li ber çavê cîhanê ne”.

Dema Blinken di rêya Brukselê de bû, li Encumena Asayîşa civînek birêve çû.

Serokê Ukraynayê ku bi vîdeo konferansê beşdar bû got, belge di destê wî de hene ku destê Rûsyayê di kuştina Ukrayniyan de heye û daxwaz kir ku mafê vetoyê yê Rûsyayê jê bê stendin.

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky dibêje: “Niha cîhan bi çavên xwe dibîne ku artêşa Rûsyayê li Buchayê çi kiriye, tevî ku bajar di bin kontrola wê de bû. Lê dîsa jî hîn maye ku cîhan bibîne Rûsyayê li bajar û herêmên din ên welêt çi kiriye”.

Pustên heman beş