Rûsya ji bo firotina Drona bi Ukrayna gazinda ji Tirkiyê dike

Rûsya ji bo firotina Drona bi Ukrayna gazinda ji Tirkiyê dike

Rûsya ji bo firotina Drona gazinda ji Tirkiye dike, Ajansa Reuters ragihand ku Rûsya jiber firotina dronên bi çek ên Bayraktar TB2 ji Ukrayna re ne raziye..

berpirsekê Tirkiye li gel medya biyanî axivî û behsa firotina dronên TB2 ji bo Ukranya kir. Berpirsê Tirk di axavtina xwe de dibêje: Rûsya berê jî nerazîbûnên xwe dîyar dikir, gilî dikir û niha jî vê yekê didomînin. Firotina dronan ji alîyê komapanîyeke taybet ya Tirk ve hatiye kirin û ne bazirganîya rasterast ya di navbera du dewletan de ye. Lê, me berê jî bersîv dabû ku ev kompanîyên taybet in û herwiha ev firotinên dronan berî şer pêk hatibûn.

Pûwendiyên Tirkiye li gel Rûsya û Ukranya jî başin û Tirkîyê di warê enerjî, berevanî û bazirganîyê de bi Rûsya re peywendîyên nêzîk ava kiriye.

Kompanîya berevanîyê ya Tirk Baykar, tevî nerazîbûnên Rûsya dron firot Kîevê û berî destpêka şer, peymanek bo hilberîna hevpar îmza kirûbû û ew yek Moskowê aciz kiribû.

Pustên heman beş