Li Mêrdînê du malbat bi çekan rabûn hev kuştî hene

Li navçeya Stewrê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di encama şerê bi çekan de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Li Taxa Uçkavak ser bi navçeya Stewrê ya Mêrdînê di navbera du malbatên ku dijminantiya wan hebû, pevçûna di navbera wan de vegeriyaye şerê bi çekan û di encam de kesên bi navê Idris Sîdar û Mehmet Genç birîndar bûn.

Birîndarên bûyerê tevî ku bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û hewldanên pizîşkan canê xwe ji dest dan.

Li gor agahiyan tîmên ewlekariyê li taxê bicîh bûne û tedbîrên ewlekariyê wergirtine.

Pustên heman beş