Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 kesên din li Efrînê revandin

efrin-tecawiz-tirkiye-hsd-efrin-sivil

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kes ji gundên Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên Lîwaya Semerqend duhî 9 Nîsanê 2 kesên bi navê Henan Elûş Şêxo û Xelîl Ehmed Îsa ji gundê Kefir Sefrê yê li navçeya Cindirêsê revandin.

Da zanîn jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 30î Adarê û 1ê Nîsanê 3 kes (Hesen Mihemed Reşîd, Sebrî Yûsif Husên û Husên Yûsif Husên) ji gundê Maseka yê li navçeya Raco revandin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Pustên heman beş