PKKê berê 6 ciwanên dî yên Kurd da mirinê

Rêxistina PKKê îro nasnameya 6 ciwanên din yên Kurd eşkere kir ku sê salan berê li Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û ji nû îro hatîye mirina wan îlan kirîye.
PKKê îro roja duşemî 11/4/2022ê nasnameya 6 ciwanên Kurd eşkere kir ku li sala 2019ê bi destê eskerê Tirk li her yêk ji Mêrdînê, Wanê û Dêrsmê hatine kuştin û paş derbasbûna 3 salan ji nû hatîye û mirina wan îlan kirîye.
PKKê ev 6 ciwan bi fedayên Apo nav kirine û dibêje em wan bi rêzdarî li bîr tînin.
Rêxistina PKKê her li navbera çend roja nasnameya komên ciwanên Kurdan parvedike yên ku di salên berê de bi destê eskerê Tirk dane kuştin û paş derbasbûna çendîn salan ji nû mirna wan îlan dike.