Polîsan bi ser avahiya HDPê ya Cizîrê de girtin

hdp-cizire-polis-girtin

Li navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnex a Bakurê Kurdistanê ve operasyon li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin.

Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku îro 11ê Nîsana 2022ê polîsan bi ser avahiya rêxistina Cizîrê de girtine û zirar dane kelûpelên di avahiyê de.

Di biserdegirtina avahiyê de, 8 kes ji berpirs û rayedarên HDPê hatine desteserkirin.

Navenda Giştî ya HDPê li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyên avahiya rêxistina partiya xwe ya Cizîrê belav kir û got, “Ev nîşaneya tirsa desthilatê ye ji partiya”.

Li gor wêneyên hatine belavkirin deriyê avahiyê bi zorê hatiye vekirin û kelûpelên nav avahiyê jî hatine belav kirin.

Hat diyarkirin ku di serdegirtinê de Hevserokê Şaxa HDPê li Cizîrê Mesut Nart, rêvebera HDPê ya navçeyê Esmer Çikmaz, Osman Küçük, Maruf Eliş, Şerîf Elçioglu, Haci Dalmiş, Ahmet Benzer û Zeliha Yardak hatine desteserkirin.

Pustên heman beş