Kadirov: Em dê Kyivê kontrol bikin

kadirov-russia-ukraine

Serokê Çeçenistanê Ramazan Kadirov ragihand ew dê bajarê Mariupol ê li ser perava Deryaya Reş kontrol bikin ku niha di bin dorpêçê de ye û piştre berê xwe bidin Kyiv a paytexta Ukraynayê û bajarên din ên wî welatî.

Kadirov li ser kanala xwe ya Telegramê vîdyoyek belav kiriye û têde dibêje, ew dê êrîşî ser gelek bajarên Ukraynayê bikin û herdû navçeyên Luhansk û Donetskê bi temamî kontrol bikin û piştre dest deynin ser Kyivê jî.

Serokê Çeçenistanê Kadirov di şerê Ukraynayê de piştevaniya Rûsyayê dike û hejmareke zêde ya leşkerên xwe jî şandine Ukraynayê daku alîkariya hêzên Rûsî bikin.

Komara Çeçenistan beşek ji Rûsyaya Federal e û Ramazan Kadîrov bi piştgiriya Moskowê serokatiya wê dike.

Pustên heman beş