Josep Borrell: Rûsya bûye sedema kêmbûna xureka cîhanê

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê  Josep Borrell berpirsyariya qeyrana xurekê ya li cîhanê dixe stûyê Rûsyayê û dibêje, ji ber êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê qeyrana xurekê rûdide, bi taybetî piştî bombebarankirina depoyên genim û rêlibergirtina li keştiyên veghestina genim bo derveyî Ukraynayê.

Josep Borrell di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Rûsya bûye sedema kêmbûna xurekan, ku bajarên Ukraynayê bombebaran dike û bûye sedema birçîbûna cîhanê. Ew cîhanê birçî dikin.”

Borrell diyar kir: “Hêzên Rûsyayê bombe li kêlgehên Ukrayniyan vedidin, di heman demê de keştiyên şer ên Rûsyayê bi dehan keştiyên veguhestina genim ên Ukraynayê dorpêç kirine.”

Herwiha destnîşan kir: “Ew bajaran bombebaran dikin û depoyên genim têk dibin û rê li ber hinardekirina wan geniman digrin.”

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihandiye, paşketina hinardekirinê ya ji ber êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê, piştî sizayên rojava bo ser Rûsyayê hatiye û metirsiya derketina qeyrana birçîtiyê li cîhanê serî hildaye û metirsiya herî mezin jî li ser Rojhilata Navîn e.

Pustên heman beş