Edene.. 5 Endamên PKKê hatin desteser kirin

Li Edeneyê danê sibê di operasyona dijî rêxistina PKKê da, 5 şikbar di malên xwe da hatin girtin û hatin binçavkirin.
Hêzên dije terorê yên parêzgeha Edeneyê, îro li roja sêşemî 12\4\2022ê operasyon li dijî rêxistina PKKê dan destpêkirin.
Di operasyonê da ku danê sibê hatbû destpêkirin, hêzên ewlehiyê bi ser malên gumanbaran da girtin.
Hat raghandin ku 5 kes bi sûça endametîya rêxistina PKKê hatine girtin.
Partîya Demokratîk ya Gelan HDPê, hewên desteserkirinê yên li parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi siyasî navdiket û dibêje ev operasyon ji boy lawaz kirina wan tên encam dayîn.