Sûriye: Navên hemû endamên nû yên meclisa gel hatin ragihandin

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê, navên endamên nû yên Meclisa Gel (Parlamen) bi fermî ragihandin. Li gorî daxuyaniya komîsyonê, Serokkomarê Sûriyeyê li gorî desthilatên xwe yên destûrî, 70 endamên ku sêyeka parlamenê pêk tînin, rasterast destnîşan kirine.
Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan Mihemed Teha Ehmed, îro 1’ê Tîrmeha 2026’an li avahiya Meclisa Gel a li Şamê civîneke rojnamevaniyê li dar xist. Ehmed di civînê de biryarnameya serokatiyê ya hejmar 143 ku ji aliyê Serokkomar Ahmed Şera ve hatiye îmzekirin xwend û navên parlamenterên nû ragihandin.
Civîna yekem 6’ê Tîrmehê ye
Ehmed diyar kir ku civîna yekem a meclisa nû dê roja duşemê, 6’ê Tîrmeha 2026’an were lidarxistin. Her wiha destnîşan kir ku li gorî Danezana Destûra Bingehîn, xula xebatê ya vê meclisê du sal û nîv (30 meh) e û ev dem dikare li gorî şert û mercan were dirêjkirin.
Dabeşbûna kotiya parêzgehan a ji bo 70 endamên ku ji aliyê Serokkomar ve hatine destnîşankirin wiha ye:
Heleb: 14 endam
Hesekê: 7 endam
Homs û Dêrezor: Her yek 6 endam
Şam, Gundewarê Şamê, Îdlib û Hema: Her yek 5 endam
Lazqiye û Dera: Her yek 4 endam
Reqa: 3 endam
Tertûs, Siweyda û Quneytra: Her yek 2 endam
Pergala nû ya parlamenê: Sêyeka Temamker
Li gorî sîstema nû ya hilbijartinê ya li Sûriyeyê, Meclisa Gel bi giştî ji 210 endaman pêk tê. Ji van parlamenteran 140 kes (ji sedî 66) bi rêya hilbijartinê hatine diyarkirin. 70 endamên din jî ku wekî “Sêyeka Temamker” tê naskirin, rasterast ji aliyê Serokkomar ve hatine destnîşankirin.
Ev gava nû piştî salekê ji derçûna biryarnameya serokatiyê ya hejmar 66 (ya sala 2025’an) tê ku erkê çavdêriya pêvajoya hilbijartinê dabû Komîsyona Bilind. Li gorî benda 24’an a Danezana Destûra Bingehîn, Serokkomar xwedî maf e ku sêyeka endamên Meclisê destnîşan bike, da ku pêkhateyên cuda yên civakê û pisporên warên cuda di bin banê parlamenê de cih bigirin.
Sîstema hilbijartinê ya demkî ku di Tebaxa 2025’an de hatibû pejirandin, Sûriye li ser astên îdarî dabeşî herêmên hilbijartinê kiribû û mafê namzediyê tenê dabû endamên desteyên hilbijêr.