Cotkarên sînorê Dibis bûne qurbanê erebkirin û hişkesaliyê

Cotkarên sînorê Dibis bûne qurbanê erebkirin û hişkesaliyê

Li gor gotinên nûnerên cotkarên sînorê qeza Dibis û nahyeyên derdora wê îsal ji ber erebkirina navçeyê û barîna kêm a baranan cotkarên navçeyê gelek ziyan dîtine.

Vê derbarê de nûnerê cotkarên sînorê qeza Dibisê Mihemed Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand, diyare cotkarên sînorê qeza Dibisê bi giştî rewşa wan xirabe. Ji ber beşek ji wan erdên wan ji aliyê erebên hawirde ve hatine dagirkirin û beşekî din jî îsal ji ber hişkesalî û kêm barîna baranan ziyan dîtine û tiştên dêmî jî nema, ango ne genim û ne ceh derneket û hişk bûye. Ji ber baran gelek kêm barî û ewên ku pişt bi avên bîrê jî girêdane ji ber elektrîk kême dîsa nekarîn avdaniyê bikin. Divê piranî jenerator pêbikevin û dema jeneratoran jî pê bixin pêwîstî bi sotemeniyê ye û sotemenî jî gelek giran e.

Nûnerê cotkarên Dibis got, rewşa ewlehiya navçeyê jî xirabe û beşek ji cotkaran îsal dexil û dan neçandin.

Qeza Dibisê 45 kîlometreyan li bakurê rojavayê bajarê Kerkûkê ye û ser bi parêzgeha Kerkûkê ye.

Pustên heman beş