Amerîka helîkopterên Mi-17 yên şerker dide Ukraynayê

us-mi17--ukraine-russia-war

Rojnameyeke Amerîkî aşkere dike, Koşka Sipî razemendî li ser şandina helîkopterên şerker bo Ukraynayê da.

Jêderekî pilebilind ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ji rojnameya “Washington Post” re ragihand, rêveberiya Joe Biden glopa kesk ji bo şandina helîkopterên şerker bo Ukraynayê vêxist.

Diyar kir jî, alîkariyên Amerîka bo Ukraynayê helkopterên şerker (Mi-17) û topxaneya Howitzer di nava xwe de li xwe digire.

Li gorî rojnameyê, helîkopterên şer ên ku dê Washington bişîne, dê karibin bi mûşekên esman-erd bên hilgirtin ji bo êrîşan li dijî zirîpoşên Rûsyayê bên bikaranîn.

Ev yek di demekê de ye, berpirsên Amerîkî pêşbîniya wê dikin, rêveberiya Amerîka îro Çarşemê aşkere kir, ew ê alîkariyên leşkerî yên din bi qasî 750 milyon Dolar ji Ukraynayê re pêşkêş bike.

Çend roj berê Koşka Sipî gotibû, ji dema êrîşa Rûsyayê di 24ê Sibatê de li ser Ukraynayê ve, wan zêdetirî 1.7 milyar Dolar wek alîkariyên leşkerî pêşkêşî kiriye dest pê kir.

Pustên heman beş