Zelensky: Rûsya dixwaze nifşeke Ukraynayê ji nav bibe

Zelensky: Rûsya dixwaze nifşeke Ukraynayê ji nav bibe

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di gotarekê de bo Parlamentoya Estonyayê eşkere kir, bi hezaran kes li bajarên Ukraynayê hatine kuştin û bûne qurbaniyên êrîşên esmanî yên Rûsyayê.

Volodimir Zelensky ji Parlamentoya Estonyayê re ragihand, heta niha Rûsyayê çendîn cûre bombe û mûşekan li dijî Ukrayniyan bi kar anîne û bi taybetî çekên qedexekirî, di nav wan de jî bombeya fosforê.

Zelensky diyar kir, bi hezaran kes li bajarên Ukraynayê bûne qurbaniyên êrîşên esmanî yên Rûsyayê.

Herwiha eşkere kir: “Armanca Rûsyayê tirsandin û bêhêvîkirina Ukrayniyan e, hewl dide nifşeke Ukraynî ji nav bibe.”

Serokê Ukraynayê dibêje: “Divê civaka navdewletî sizayên girantir û tundtir bi ser Rûsyayê de bisepîne, da ku neçar bibe dawî bi vê kuştin û wêrankariyê bîne.”

Pustên heman beş