Serok Barzanî: Enfal, yek ji tarîtirîn qonaxên dewleta Iraqê ye

enfal-anfal-barzani-iraq-kurdistan-kurd

Serok Mesûd Barzanî di salvegera 34emîn a tawana Enfalê de peyamek belav kir û tê de ragihand, “Pêwîst e û erkê Hikûmeta Iraqê ye, qerebûya vê tawana mezin a li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin, bike”.

Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Nîsana 2022an di salvegera 34emîn a tawana Enfalê de peyamek li hejmara xwe ya li Twitterê belav kir û tê de ragihand: “Tawana Enfalê, yek ji nemirovanetirîn û tarîktirîn qonaxên dewleta Iraq di sedeya borî de ye ku armanc jê ew bû gelê Kurdistanê tune bike” .

Serok Barzanî di peyama xwe de got jî: “Pêwîst e û erkê Hikûmeta Iraqê ye, qerebûya vê tawana mezin a li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin, bike” .

Pustên heman beş