Sê çekdarên ser bi yekîneyên “Seyid Al-Şuheda” yên girêdayî Heşda Şebî li Mûslê, berpirsyarên sereke ne ji êrîşên mûşekî û dronan yên ser Herêma Kurdistanê.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, sê endamên giropa mîlîşyaya bi navê “Seyid Al-Şuheda” li Mûslê, berpirsyarên serekene ji êrîşa mûşekî û balefirên bê pîlot bo ser Herêma Kurdistanê û fermana binçavkirina wan di nava Îraqê û dervey Îraqê hatîye derkirin.
Herweha hat hîn bûn, van endamên Heşda Şebî bi awayek ne qanûnî li Mûslê dest di kirîn û firotina erdên xelkê de bi awayekî saxte heye û di demek nêz de wê li ser vê mijarê jî doz li dijî wan were vekirin.
Navên van kesane evin:
Alî Xelîl Mihemed Al-Şebekî, yê berniyas bi Abu Ebdulla, şêniyê gundê Muwefeqiyê yê ser bi bajarokê Bertile ve ye û karê taşaroniyê li gel her yek ji Aqîl Baqir Al-Erecî û Hac Qenber dike.
Ela şêx Kemal Al-Şebekî, şêniyê gundê Xezne yê ser bi bajarokê Bertile ye, ev kes li yekîneya 4 ya ser bi lîwaya 14an ya mîlîşyayên Seyid Al-Şuheda ye, li gundê Al-Qibe yê ser bi Mûslê kar dike.
Behcet Ebas Fazil Al-Beyatî, berniyas bi Abu Mihemed, ev kes tirkumenek Şîeye, di esas de ji gundê Selamî ye li Başûrê Mûslê, niha li taxa Tehrîr ya bajarokê Bertile nîştecîye.