Kampanya dijitiya PDKê, Barzaniya û berjewendiyên netewî!

Wek tê zanin dema kurd di beşek yê Kurdistanê de gavekî ber bi berfirehkirina destkeftiyên netewî ve bavêjin, dewletên dagirker di cih de ji bo wê gavê têk bibin dikevin di nava tevgerekî de. Piranî jî dewsa ku ew rasterast êrîşan bikin ewilê sîxûrên xwe yê Kurdistanê bi kartînin û bi vê yekê navê kurdan şerê destkeftiyên netewî û Kurdistanî dikin.

Sala 2017ê dema referandûma serxwebûna Kurdistanê çêbûyî herkesekî dît çewe dewletên dagirker û sîxûrên wan yên Kurdistanê li himber daxwaza gelê Kurdistanê sekinîn û ji bo wê destkeftiya girîng têkbibin cardin şerê Kurda û taybetî şerê PDKê û Barzaniyan kirin.

Îro di vê qonaxa ku tevgera Kurdistanî têre derbas dibe cardin heman tiştê dikin.Taybetî piştî şerê Rusya û Ukranya, giringiya enerjiya Kurdistanê derket holê, û welatên rojava ketin di nava hewldana ku çewe bikaribin xwe ji gaz û enerjiya Rûsya biqetînin û pêdivîyên xwe yê enerjiyê ji deverek din peyda bikin. Ji bo cîhana rojava cihê herî ku bikaribe vê pêdiviya wan pêkbîne başûrê Kurdistanê ye.

Eger gaz a sirûştî ya Kurdistanê bi awayekî bikaribin weguhêzin Ewropa dê di siyaseta Ewropa ya di derbarê Kurdistanê de gelek guhertinên stratejîk pêkwerin. Herweha vê yekê ve girêdayî siyaseta Amerîkayê ji bo Kurdistanê û taybetî başûrê Kurdistanê zelaltir dibe. Vê yekê ve girêdayî rolê Rûsya û Îranê jî kêmtir dibe û hezaka xwe ya ekonomik winda dikin. Heta Ewropa û Amerika ji bo berjewendiyên xwe biparêzin dikarin çewe duh li dijî referandûma serxwebûnê derketin, îro ji bo berjewendiyên xwe Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve jî bibin.

Li hemû Kurdistanê hêza ku dewletbûna Kurda diparêze û xwedî giraniyeki ye PDK ye. Herweha 3 kesayet di vî warî de derdikevin pêş. Serokê PDKê Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî.

Taybetî di vê qonaxa ku avakirina hukumeteka nû ya Iraqê û hilbijartina serokkomarê Iraqê û herweha di vê çarçoveyê de, tifaqa ku PDKê pêkanî û helwesta PDKê li Kurdistanê û Iraqê, di serî de Îranê gelek aciz dike û metirsiya Îranê çêbûye ku, ev siyaseta PDKê bandora wan li Iraqê û herêma Kurdistanê kêm bike.

Ji bo van sedemên ku li jor hatîn diyarkirin, Îran û hevalbendên xwe êrîşek mezin û medyatîk dibe ser PDKê û Barzaniyan. Ji ber ku Barzanîne daxwaza dewletbûna Kurda li cîhanê didin nasandin û bi diplomasiyek serkeftî berjewendiyên Kurdistanê diparêzin. Mirozv ji PDKê re hez bike yan neke, mirov Barzaniyan bi awayek erênî yan jî ne erênî binirxîne nenirxîne, ev rastiya heyî nayê guhertin. Îro PDK û Barzanî bûne demana gava berbi dewletbûnê ve.

Eger mirov baş bala xwe bidiyê, eve demeke ji bilî êrîşkirina PDKê û Barzaniyan tu karek PKKê nemaye. PKK ne bi tenê êrîş dike, agahdariyên derew belavdike û di medya xwe de dezenfarmasyona radigihîne. Eger em berê xwe bidin medya PKKê, dê rastiya heyî bi zelalî bê dîtin.

Serkaniya dijitiya xeta serbixwe yanî ya PDKê û Barzaniya Îrane û sixûrê wan yê li Kurdistanê ne. Taybetî di vê senaryoya li dijê destkeftiyên netewî PKK rolê herî mezin dileyze.Dema medya PKKê vê yekê dike, çepên Tirk di cih de zirna PKKê lê têxin. Heta radeyekî çepên Tirkan jî di vê derbarê de xwedî bandorin û dikarin bi rêya PKKê li dijî berjewendiyên Kurda û taybetî li himber dewletbûna Kurda xwedî helwestbin.

Di derbarê êrîş û derewên ku PKK li himber PDKê û Barzaniyan dike, du xalên girîng û ewqas jî balkêş hene ku divê mirov behsê bike.

Yekem ewe ku, medya başûrê Kurdistanê û taybetî ya nêzik PDKê û ji hemû dam û dezgehên medya PKKê gelekî bi hêztire û xwediyê ehtubarek navnetewî ye jî. Lê bi awayek pêwist li himber van êrîşên PKKê, li himber bêbextî û derewên medya PKKê ku li dijê PDKê û Barzaniyan dike nasekine, yanî di baweriya me de erkê xwe pêknayne. Heta radeyekî di hinek nûçeyên ku giraniyê didinê de, di kesayeta HDPê û hinek rêxistinên girêdayî PKKê de bi awayek propagandeya wan dike.

Duyem helwesta gelek partî û rêxistinên ku serxwebûnê diparêzin û di vê derbarê de jî pişgiriya Barzaniyan û PDKê dikin e. Di derbarê êrîşên PKKê de bê dengin, ne xwedî helwestin. Axavtin û sohbetên teng de behsa vê yekê dikin, lê di daxûyanî û medya partî û rêxistinên xwe de bê dengin.

Bê guman ev herdu mijar gelek berfirehî cihê gotubêjekîye. Lê di çerçoveka maqaleyî de îşaretkirina vê ji bo balkişandinekiye.

Gelek vekirî li himber êrîş û derewên PKKê û mamostayên siyaseta PKKê derketin, û parstina PDKê û Barzaniya bûye erkek netewî. Bê guman eger hebin mirov bi dilek fireh rexne dike, kêmasiyên heyî dibêje , lê mirov di heman demî de ji bo berjewendiyên netewî divê bibe mertalek ji bo parastina berjewendiyên netewî, PDKê û Barzaniya……. Kêmasî îro, di vê qonaxê de ji bo bi hêzkirina gava ber bi dewletbûnê ve ev erkek netewî ye.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş