Mala Êzdîyan û PKKe û rastiya dîwarê di nêvbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de

Mala Êzdîyan û PKKe û rastiya dîwarê di nêvbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de

Hikûmeta Îraqê li ser sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê yê li deverên di bin destê xwe de, dîwarekî beton ava dike. Zêrevanên sînorî dibêjin, ku armanca wan eve rê li ber derbasbûna çekdar û qaçaxçiyan bigrin. Lê belê PKKe li dijî vê karê sekiniye û di medyaya xwe de dest bi derew û dezenformasyona li dijî PDKê kiriye û dixwaze wusa bi gel bide bawerkirin ku ev karê PDKê ye û dixwaze Şengalê ji Rojava qut bike, li ser vê esasê jî PKKe keç û jin û pîr û kalên Êzdîyan ji boy xwepêşandanê handide û wan di berjewendiya xwe de bikar tîne.

PKKe dibêje, Îraq bi hevkariya PDKeyê dixwaze bi avakirina vî dîwar Şengalê ji Kantona Cizîrê qut bike, ev yek jî nayê qebûlkirin ji ber ku divê hatin û çûyîn di nêvbera Şengal û Rojaava de azad be. Ev xwasteka PKKê ji bo xweşkirina jiyana Êzdîyan nîye belku bi tenê ji boy vê yekê ye ku bikare bi azadane di nêvbera Şengal û Rojava de were û here û bi kêfa dilê xwe çekdar û çekên xwe veguhêze.

PKKê tev medyaya xwe seferber kiriye wisa bidin xweya kirin ku avakirina dîwar girêdayî lihevhatina Hewlêr-Bexdayê ye ku di nêvbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Îraqê hatiye encamdayîn, lê belê rastî eve ku biryara avakirina dîwar ji boy sala 2021an vedgere dema “Mistefa Kazimî” Serokwezîrê Îraqê seredana sînorê di nêvbera Şengal û rojava kirî û li wir Fermandarên leşkirê Îraqê daxwaz ji Kazimî dikin ji boy nehîştina valahiya ewlehî dîwarek beton bê avakirin.

Di vê derbarê de mala Êzdîyan, ku saziyeke olî ya Êzdîyan e û li dijî hebûna PKKê ye li Şengalê daxwaz ji şêniyên Şengalê dike bi derewên PKKê neyên xapandin û nebin darê di destê PKKê de. Mala Êzdîyan PKKê weke xetereyeke mezin li ser ola Êzdîyan dibîne û dibêje, PKKe bi aydolojiya xwe dixwaze ola Êzdîyan tune bike, PKKe di dewreyên perwerdeyê de dixwaze ciwanên êzdî wisa perwerde bike ku aydolojiya Ocalan wergirin û dev ji nirxên xwe yên olî berdin.

Mala Êzdîyan, bi awayekî eşkere li şengalê li dijî PKKê disekine û hin xwepêşandan li dijî hebûna çekdarên PKKê di nava şengalê de encam dayîne, mala Êzdîyan PKKê bi vê yekê jî sûçbar dike ku rê nade gelê êzdî bi awayek azad hatin û çûnê ji boy çiyayê Şengalê bikin, her weha li ser revandina zarokan û çekdarkirina wan û bikaranîna wan  ji boy berjewendiyên PKKê, bi awayek herî tund PKKê rexne dike.

Saziya olî ya mala Êzdîyan ji Êzdîyan daxwaz dike li dijî PKKê bisekinin û li pey bangewazên wê ên derew neçin, ji ber ku ew PKKê bi dijminê sereke ya ola Êzdîyan dizane, ev saziya Êzdîyan dibêje, PKKe wê bi kar û kiryarên xwe fermaneke din bi serê gelê êzdî bîne û çiyayê Şengalê ku wek sembolek Êzdîyan tê naskirin bike cihê şerekî ku ti pêwendiya Êzdîyan pêre tuneye, kolandina tunel û şikeftan li çiyayê Şengalê û qedexekirina çûn û hatina Êzdîyan bo çiyê bi baştirîn belge didin zanîn.

Ji aliyê din, PKKê jî tev hewl dane ku kesên mala Êzdîyan bi rêve dibin bikire û wan bêdeng bke û di berjewendiya xwe de wan bide şuxilandin. PKKê hewl daye rêveberên mala Êzdîyan jî weke wan kesên ku ti pileya wan ya eşîrî û olî nîne lê weke şêx û Serok Eşîr dayîne nasandin di berjewenda xwe de bi kar bîne lê heya niha ti yek ji endamên mala Êzdîyan xwe ne firoştiye PKKê û li himber PKKê li ber xwe didin, ev yek jî bûye sedema nerehetiya PKKê li Şengalê.

 

Mala Êzdîyan û PKKe û rastiya dîwarê di nêvbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de

Pustên heman beş