Bi sedema PKKê gundê Hirorê dîsa tê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagîrker careke din top avêtin gundê Hirorê û zirarên mezin bi malên şêniyên gund ketîye.
Artêşa Tirkiyê li şeva derbasbûyî 14/4/2022ê, top avêtin liv û tevgerên PKKê li gundê Hirorê, gulle topek bi malekê ketîye û zirarên mezin pê xistine.
Li gorî agahiyên destê me, mala ku ber topbarana artêşa Tirkiyê ketîye ya hemwilatî Behcet Elî ye ku yêk ji şêniyên gundê Hirorê ye û li gorî dîmenên ku ji boy pêgeha me hatine şandin, zirar bi malê û erebeya wî ketine.
Rêxistina PKKê ev dema du salane liv û tevgera çekdarên xwe li Başûrê Kurdistanê xistine nav gund û dorbera bajarokan û bi vê sedemê gundên başûr taybet yên li sînorê parêzgeha Dihokê dewam dikevin ber êrîşan û dibin qada şer, ji sala 2020ê jî hejmareke gundan bi vê sedemê ji şênîyan hatine vala kirin.