Balafirên nenaskirî êvara îro, baregehên Heşda Şabî li navçeya Zummar a girêdayî parêzgeha Neynewayê bombebaran kirin.
Îro roja înî 15/4/2022ê, balafirên bêfirokevan yên nenaskirî, baregehên firqeya 78 û baregeha firqeya 3 ya Heşda Şabî li navçeya Zummar a girêdayî parêzgeha Neynewayê kirin armanc.
Hat hîn bûn ku di encama êrîşê de, alîkarê fermandarê firqeya 78an birîndar bû û ziyanên madî jî hebûn.
Medya nêzî Heşda Şabî gotîye ku ew balafir yên artêşa Tirkiyê ne, lê belê hêjan bi awayekî fermî ev yêk nehatîye piştirast kirin.