Wezîrê Nefta Iraqê: 80% ji peymanên neftê yên Kurdistanê bê pirsgirêkin

kurdistan-petrol-cntract-iraq

Wezîrê Neft a Iraqê ragehand, piraniya peymanên neftê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê pirsgirêk in.

Wezîrê Nefta Iraqê Îhsan Ebdulcebar di hevpeyvînekî li gel kanala El Firat a Iraqê de ragehand: Wezareta wan li gor destûrê danûstanê li gel nefta Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Îhsan Ebdulcebar pêwîst zanî ku aliyên siyasî ji pirsgirêka neftê dûr bikevin û got: Neft amûr û tiştekî siyasî ye. Lê bi siyasetê nayê rêvebirin û divê ji siyasetê bê dûrxistin.

Wezîrê nefta Iraqê daxwazên hikûmeta xwe ya derbarê nefta Kurdistanê de aşkera kir û ragehand: Ew daxwaz bi rêveberiya siyasî ya Kurdistanê û şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatine gehandin.

Daxwaz waha ne:

– Peymanên neftê yên Kurdistanê li berçav re derbas kirin û li gor yasayê di berjewendiya herdu aliyan de sererast kirin.

– Ava kirina şîrketekî neftê ya Kurdistanê ku şîrketa dewleta federal a Iraqê be. Ew şîrket binkeya wê ya erekî li Hewlêrê be û aliyê yekem dibe di peymanên li gel şîrketên neftê yên ji bo kar kirina li ser sektora neft û gaza Kurdistanê.

Pêşxistin û danîna nirx di desthilata hikûmeta federal a Iraqê de be, lê bi hevbeşiya li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Îhesan Ebdulcebar derbarê helwêstê Herêma Kurdistanê yê ji bo daxwazên hikûmeta Iraqê de jî ragehand: Di rastiyê de berpirsên Herêma Kurdistanê ji ber nebûna baweriya wan a bi desthilatdariya Bexdayê, hinek xwe dûrgirtin û nîgeranî li gel wan çêbûye.

Wezîrê Nefta Iraqê diyar kir, hikûmeta wan pirsgirêka xwe li gel sedî 80yê peymanên neftê yên Herêma Kurdistanê tine. Ji ber bê pirsgirêk in, lê em dixwazin tenê li ser pirsgirêkên sedî 20 ên hene danûstandinê li gel wan bikin.

Berî naha serokê fermangeha hemahengî û dûvçûn û endamê şandeya danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulhekîm Xesrew ragehandibû: Bexdayê hin pêşneyar ji bo çareser kirina dosya neft a herêmê hebûn, ku şîrketekî ji bo firotina neftê li Herêma Kurdistanê bê damezrandin û mulkê Bexda be. Li hember wê Herêma Kurdistanê jî ew pêşneyar hebû ku Herêma Kurdistanê bixwe şîrketekî damezrîne, bibe mulkê xelkê Herêma Kurdistanê, ku temamê pêbendî di çarçoveya wê şîrketê de bên rêxistin kirin.’’

Dr. Ebdulhekîm Xesrew got: ‘’Daxwaz û pêşneyarên Bexdayê yên derbarê damezrandina şîrketekî li Herêma Kurdistanê ku mulkê wan be hate red kirin. Me ji wan re ronî kir ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya madeya 112ê ya destûrê û li gor xalên 2 neftê difroşe.’’

Pustên heman beş