Pasdarên Îranê di sê rojên borî de nêzîkî 9 kolber birîndar kirine

Pasdarên Îranê di sê rojên borî de nêzîkî 9 kolber birîndar kirine

Pasdarên Îranê di sê rojên borî de nêzîkî 9 kolberên xelkê bajarên ser bi parêzgehên Sine, Kirmaşan û navçeyên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê birîndar kirine.

Rapora Tora Mafên Mirova ya Kurdistanê diyar dike, di çar rojên derbasbûyî de 6 kolber hatine birîndarkirin, lê Rêxistina Hengaw a Mafên Mirova belav kiriye ku di rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê yên hefteya borî de, 8 kolber hatine birîndarkirin.

Herwiha li gor rapora Hengaw, di rojên dawî yên hefteya borî de du kolberên xelkê Ciwanro bi navên Nebî Esedî û Yehya Rûstemzade li navçeya sînorî ya Newsud hatine birîndarkirin. Tora Mafên Mirova ya Kurdistanê jî belav kiriye ku roja Sêşema borî, komeke kolberan li navçeya Newsud hatine armancgirtin û sê kolber bi navên Arman Mistefazade, Selam Ezemî û Ferzad Îmamî hatine birîndarkirin ku hemû xelkê Pawe bûne.

Hat destnîşankirin, serê sibeha heman rojê kolberekî din bi navê Feryad Edak ê xelkê gundê Jîwar ser bi bajarê Sewlawa birîndar bûye. Roja Çarşemê, du kolberên din bi navên Yehya Rustemzade xelkê Ciwanro û Mihemed Mewludî xelkê Bane li navçeyên sînorî yên Newsud û Hengejalî yên Bane hatine birîndarkirin.

Pustên heman beş