PKKê Rêveberîya Xweser li dijî Herêma Kurdistanê erkdar kir

hsd-pkk-kurdistan-kurd-pdk

Kadiroyên Partîya Karkerên Kurdistanê, di civîneke nihênî de berpirsên Rêveberîya Xweser li bajarê Qamişlo erikdar kirin, ji bo ku xwepêşandanan li dijî Herêma Kurdistanê li Hesekê organîze bikin, ev yêk piştî 3 mehan ji aramîya nêvbera herdu alîyan tê, taybet piştî destwerdana Amerîkî, ku di encamê de dîsa deriyê sînor hat vekirin.

Li gorî agahiyên pêgeha “Darka Mazî” ku ji çavkanîyekî agahdar li Qamişlo bi dest xistine, hat hîn bûn ku Partîya Karkare Kurdistanê, ferman da hemû karmendên saziyên Rêveberîya Xweser ku xwepêşandanan li dijî Herêma Kurdistanê organîze bikin û her wiha beşdariyê di wan xwepêşandanan de bikin, da wusa bidin xuya kirin ku ev xwepêşandan temsîla raya giştî li rojava dikin.

Ji meha adara bûrî ve, medyayên ser bi Partîya Karkare Kurdistanê û Rêveberîya Xweser ve, pirobaganda û nûçeyên derew li l dijî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, PDKê û her wiha şexsê Serok Barzanî û malbata Barzanîyan parvedikin û wan bi alîkarîya dewleta Tirk a dagîrker nav dikin.

Cemîl Bayîk, li meha adarê di peyama Newrozê de heman êrîş birin ser Hikûmeta Başûr û PDKê û gotbû ku Tirkiye amadekarîya êrîşa ser herêmên Gêrîlayan bi alîkarîya PDKê dike û PDKe bi xaîn nav kir.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava welat eşkere kirin ku di hefteya derbasbûyî de kadiroyên PKKê bi servîsên îstixbarata HSDê li parêzgeha Hesekê, civînên berfireh li dar xistin ji bo pêşixstina stratejîyeke ewlehiyê ji bo rû bi rû bûna her zêdebûneke leşkerî li navçeyên di bin kontirola PKKê de li Başûrê Kurdistanê.

Her wiha destnîşan kir, PKKê ferman daye dezgehên ragihandinê yên Rêveberîya Xweser ku li dijî Partîya Demokrata Kurdistanê, hêzên Pêşmerge, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê û “Pêşmergeyên Roj” kar bikin û her wiha rûpelên çalakvan, rojnamevan û dezgehên ragihandinê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bişopînin.

Li sêşemîya rabûrî jî medyaya Rêveberîya Xweser, banga beşdarbûna xwepêşandanên şermezarkirina Partîya Demokrata Kurdistanê kiribû.

Çavkaniyên me eşkere kirin ku PKKê û Rêveberîya Xweser amadekarî kirine ku xwpêşandanan li dijî Herêma Kurdistanê di vê mehê de li 13 bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê bên encam dayîn û tekez kir ku PKKê karmendên saziyên Rêveberîya Xweser erkdar kirine beşdarî xwepêşandanan bibin û her wiha hemwilatîyan jî neçar bikin beşdar bibin.

PKKê ji bo van xwepêşandanan wêneyên Zilamê Îmraliyê û dirûşmeyên şermezarkirina Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û malbata Barzanî û hikûmeta Îraqê li ser hemwilatîyan belav kirine.

Hêjayî gotinê ye, di nîveka meha kanûna bûrî de, bi sedema êrîşa PKKê li ser deriyê Pêşabûrê, Hikûmeta Başûr deriyê sînor qepat kir, paş derbasbûna du mehan HSDe neçar ma li jêr fişara Amerîkayê teslîmî şer û mercên Hikûmeta Başûr bibe û derî car din hat vekirin, îro jî PKKe dixwaze heman senaryo dubare bike û dixwaze bi rêya xwepêşandanan û êrîş kirina ser deriyê sînor, careke din gelê Rojava birsî bike ji bo ku bikar piştire Hikûmeta Başûr şermezar bike.

Pustên heman beş