Du gerîlayên keç hewla revînê da û PKKê ew gullebaran kirin

Du gerîlayên keç hewla revînê da û PKKê ew gullebaran kirin

Du gerîlayên PKKê yên keç ku dixwestin ji PKKê qut bibin ketin kemînê û yek ji wan bi destê PKKê hat kuştin û yeke din jî dîl hat girtin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, li meha Kanûna duyemîn ya îsal 2022an de, du ji gerîlayên PKKê yên keç bi navên “Sara” a 25 salî û “Mesken” a 26 salî, li herêma Gare xwestine ji PKKê veqetin lê belê piştî ku ji kampa xwe dûr ketine ji aliyê PKKê ve hatine armanckirin û yek ji wan hatiye kuştin.

Çavkaniyên me eşkere kirin, ev du keçe gerîlayên PKKê dema nêzî şîrketa neftê a li navçeya “Serê Kanîka” li nahiya Çemankê li devera Amêdiyê bûyî grûpek ji gerîlayên PKKê digihîjn wan û huşdariyê bi wan didin ku vegerin nava PKKê ger na wê werin kuştin, lê belê keçe gerîlaya bi navê “Mesken” xwe radestî wan nekiriye û bazdaye, piştre ji aliyê gerîlayekî bi navê “Kawe Wan” ê 35 salî ku fermandarekî PKKê ye gulle li Meskenê reşandine û di cî de ew kuştiye.

Çavkaniyên me her wiha aşkera kirin ku piştî “Mesken” bi destê “Kawe Wan” tê kuştin, yek din ji gerîlayên PKKê yê bi navê “Denîz Serhed” cenazeyê Meskenê li nêzî gundê bi navê “Meyrokê” yê ser bi nahiya Çemankê bin ax kiriye.

Her wiha hat hîn bûn ku keçe gerîlaya bi navê “Sara” piştî ku hatiye desteserkirin ji aliyê çekdarên PKKê ve pir heqaret li wê hatine kirin û niha di zindanekî de li derdorên gundê “Çem Rebetkê” yê ser bi “Çemankê” ve li devera Gare hatiye zindankirin û rojane tê îşkencekirin.

Pustên heman beş