Tirkiye û PKKe bi hevre li Berwarî Bala tev digerin

Tirkiye û PKKe bi hevre li Berwarî Bala tev digerin

Artêşa Tirk ya dagirker li Heftenînê û devera Berwarî Bala, hewên çavdêrî û lêgerînê dest pê kirin, PKKê jî ti bertekek li himberî vê liv û tevgera artêşa dagirker nebû.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kir, artêşa Tirkiyê li herdu rojên înî û şemî yên rabûrî 16 û 17/4/2022an, li gundê Hidêne û Sererû û herwiha li devera Boselê ya Heftenînê gerên çavdêrî û lêgerînê li ber çavên çekdarên PKKê encam dane.

Dest nîşan kir, tevî ku çekdarên PKKê li wan herêman hene, lê belê ti bertek û ti asteng ji artêşa Tirk re çênekirin e.

Çavkaniyên me ji hinek şêniyên deverê agahî bi destxistin û wan got: PKKe û eskerê Tirk bi awayek paralel tev digerin, herdu bi hevre li deverê ne, PKKê yêk gulle bi rûyê eskerê Tirk de neteqandîye!

Pustên heman beş