PKKe kilîta operasyona “Pencik Kilîtê” ye

Pencik Kilîtê-pkk-kurdistan-turkey

Artêşa Tirkiyê li dijî PKKê, operasyoneke bejahî û asmanî ya nû li Herêma Kurdistanê destpêkir, operasyon demeke ji hêla Tirkiyê û bi agehdarîya PKKê pilansazî ji boy dihat çêkirin.

Derengê şeva bûrî artêşa Tirkiyê li herêmên “Metîna, Zap û Avaşîn – Basyan” yên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de, ji erd û asman ve li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê “Pencik – kilîtê” kirîye.

Li gel destpêkirina operasyonê, armancên li herêmên “Metîna, Zap û Avaşîn – Basyanê” ji hêla firokeyan ve hatin bombebaran kirin, li gorî artêşa Tirkiyê, hêzên komando jî bi piştgrîya helîkopterên Atak, Îha û Sîha ji bejahiyê ve ketine meydana operasyonê û diyar kir ku operasyon li gorî pilansaziyê dewam dike.

Operasyon ji berî dest pê bike êncam diyare

Rêxistina PKKê li dawîya meha adarê ragihandbû ku Tirkiye wê li naverasta meha nîsanê êrîşî herêmên Gêrîlayên bike! PKKê li wê demê digo Tirkiye wê bi alîkarîya PDKê vê êrîşê pêk bîne! . Tuhmetên PKKê ji boy Pêşmergehan armanc jê eve PKKe bazdan û hiştina navçeyên xwe bi artêşa Tirk bipeçine.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kir, êncama operasyona “Pencik – kilîtê” yeklabûye û Tirkiyê bi agehdarîya PKKê pîlansazî ji bo vê navçeyê çêkirîye û tişta ku niha tê jiyan kirin tenê bicîhkirina pîlanê ye, pîlan jî eve ku PKKe wê hinek navçeyên din ji xaka herêma Kurdistanê bike qada şer û bi dest Tirkiyê ve berde.

Çavkaniyên me eşkere kirin, ji dema destpêkirina operasyonê, PKKê tu şer nekirine, tenê hinek teqe kirîye,  ji bo ku bikare paş çolkirina wan navçeyan, bibêje me şer kir, PKKe wisa artêşa Tirk kêşî Herêma Kurdistanê dike.

Navçeya operasyonê 10 sale di destê PKKê de ye

Navçeya ku artêşa Tirkiyê operasyona “Pencik – kilîtê” lê daye dest pê kirin ku herêma Metîna devera Nêrwe û Rêkan li xwe digre, 92 gund lê ne, ji sercema wan tenê 6 gund avedanin û gundên din li jêr destê PKKê ne û PKKe rênade werin ava kirin, ev herêm pêtirî 10 salane li jêr kontirola PKKê ye.

Li derbara tuhmetên PKKê jî, çavkaniyên me eşkere kir, hêza Pêşmergehan liv û tevgera wan li wê herêmê tune, ji ber ku ew herêm bi salane di destê PKKê bi xwe de ye.

PKKe kilîta operasyonê ye

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin PKKê pîlaneka xeter ji bo devera Behdînan amade kirîye, li gorî wê artêşa Tirk wê kêşî hinek gund û navçeyên din bike, weke çawa li sala rabûrî bilndahiyên Xamtîrî û derdûra Batûfê û Zinara Kêste û gundê Hirorê û hejmareka navçeyên din ji bo Tirkiyê hiştîn, îsal jî wê hinek naveçyên zapê û Metînayê ji bo Tirkiyê bicîh bihêle, bi kurtasî operasyona ku Tirkiyê li şeva rabûrî li jêr navê “Pencik – kilîtê” destpêkirî, PKKe kilîta vê operasyonê ye.

PKKê ji sala 2020ê li gorî pîlaneka du alî ya bi Tirkiyê re, bi dehan navçeyên Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê hiştin, PKKê ev nexşerê bi çar qonaxan bi cîh kir, îsal jî dixwaze vê pîlanê bidomîne û berxwedana xwe ya saxte pêtir nêzî gund û bajarokan bike.

Pustên heman beş