Li navçeya Kercews a Êlih a Bakurê Kurdistanê di bûyerekî trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Midibûs a ku rêwî têdebûn li herêma gundê Arica ji ber ajokar kontrol ji dest da ji rê derket û gêrbû.
Li ser agahdar kirina hemwelatiyan tîmên tenduristî û ewlehiyê geheştin cîhê bûyerê û di bûyerê de ajokarê wesayîtê jî di nav de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Birîndar ji nexwaşxaneya dewletê ya Kercewsê re hatin veguhestin û derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpê kirin.